Li gorî medyaya DYA’yê, rêveberiya Washingtonê amade dibe ku deryevanên zêde li Rojhilata Navîn bi cih bike. Tê nirxandin ku gava navborî, di hefteya sêyemîn a operasyona DYA-Îsraîlê ya li dijî Îranê de dikare bibe nîşana operasyoneke bejayî ya dibeyî.
Li gorî nûçeya Axios’ê, rêveberiya Donald Trump bi armanca ku Îranê neçar bike da ku Tengava Hurmuzê ji nû ve veke, vebijêrka desteserkirina Girava Hargê ya ku xwedî girîngiyeke stratejîk e dinirxîne. Hat îdiakirin ku ev operasyon dikare ji aliyê Deryevanên DYA’yê ve pêk bê.
The Wall Street Journal’ê jî nivîsand ku ji Grûpa Amadebaşiya Amfîbî ya USS Boxer a bi navenda Kalîforniya û ji Yekîneya 11’emîn a Seferberiya Deryevanî, dê di navbera 2.200 û 2.500 leşker werin erkdarkirin.
CNN’ê jî ragihand ku tê payîn bi hezaran piyadeyên deryayî veguhêzin herêmê.
Medyaya DYA’yê, agahiyên derbarê planên veguhastinê de dispêre rayedarên Amerîkayî yên ku nexwestine navê wan bê eşkere kirin.